• Friday, 06 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokê Fraksiyona El Iraqiye kir

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokê Fraksiyona El Iraqiye kir
Duh çarşem 07/03/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya Dr Eyad Elawî Serokê Fraksiyona El Iraqiye kir.

Li hevdîtinê de, Dr. Eyad Elawî ji bilî behskirina encama serdana xwe ya Tirkiye, her du alî di derbarê pêvajoya Iraqê li hemû ast û waran da guftûgoyê kirin, dupat jî kirin ku pêwîste hemû pirsan li ser prensîpên hevbendiya nîştimanî û hêvîbirina bi desturê bête çareser kirin.

Her wiha li hevdîtinê de tîşk xistin li ser naveroka wê kongreya nîştimaniya ku biryare li derfetek da bê bestin.
Top