• Friday, 06 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokê Beşa Karubarê Siyasiya Wezareta Derveya Îtalya kir

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokê Beşa Karubarê Siyasiya Wezareta Derveya Îtalya kir
Duh çarşem 07/03/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya Balyoz Sandrodî Bêrnardîn Serokê Beşa Karubarê Siyasiya Wezareta Derveya Îtalya û Balyoz Jeraldo Karantî Balyozê wî welatî li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de, ji bilî behskirina pêvajoya Herêma Kurdistan û Iraqê bi giştî, pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Îtalya jî hatin nirxandin û tekez li ser zêdetir pêşxistina pêwendiya du qoliyan kirin, bi taybetî li warê bazirganî û aborî, her wiha ji bo karê sermayeguzarî li Herêma Kurdistanê û zêdetir sûd wergirtina li şarezayiya Îtalya handana kompanyayên Îtalya kirin.

Serok Barzanî ji bilî dûpatkirina bihêzkirina pêwendiyan, heman demî de palpiştî ji bo rexsandina rewşa li holê û hemahengiya di navbera her du aliyan dûpat kirin, her wiha palpiştiya Herêmê jî ji bo hemû hêsankariyek derbirî.
Top