Termê mamostayê Amerîkî li Silêmaniyê hat definkirin
Termê mamostayê Amerîkî, ku çend roj berê ji aliyê şagirdekî xwe ve hatibû kuştin, îro bi merasimeke mezin hat definkirin.
Di merasimê de, endamên malbata mamosta û hevalên wî, hinek berpirsên bajarê Silêmaniyê amade bûn. Di merasimê de, sirûd û gotar bo mamosta Jêrmaye Stîvan hat pêşkêşkirin.
Bavê şagirdê kujer, ku piştî kuştina mamostayê xwe, xwe kuştibû, Serdar Reşîd, axaftinek kir û lêborîna xwe ji ber vê bûyerê xwest û got, sedema vê bûyerê tenê arîşeyek di navbera şagird û mamosta de bûye.
Bavê mamostayê qurbanî jî, ji AKnewsê re got, kurê min ji Kurdistanê hez dikir û hatibû xizmeta kurdan bike. Tu nakokiyek min digel kurdan nîne û em ji vê bûyerê xemgîn in û em piştrast in ku tu tiştek navbera Jêrmaye û şagirdê wî de nebûye.
Piştî merasimê, termê mamostayê Amerîkî, li goristana mesîhî ya Silêmaniyê hat definkirin.
Roja pêncşema borî, li xwendingeha bi navê Mîdya ya Silêmaniyê, mamostayê Amerîkî yê bi navê Jêrmaye Samll, ji aliyê kesê bi navê Beyar Serdar, ku şagirdê wî bû, hatibû kuştin. Piştî bûyerê, Beyar xwe jî kuştibû.
