• Thursday, 05 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Kurd Hertim Faktereke Mezin Bûye Bo Aştiya Deverê

Nêçîrvan Barzanî: Kurd Hertim Faktereke Mezin Bûye Bo Aştiya Deverê
Duh li Hewlêrê Cîgirê Serokê Partiya demokrata Kurdistanê û Berbijarê postê Serokwezîriya Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya heyetek Parlementerên Parlementoya Swêdê kir.

Di hevdîtineke de heyeta han ku, Nuneratiya 5 partiyên mezin yên Swêdê dikin kêfxweşiya xwe bo serdana Kurdistanê û bi taybetî hevdîtina wan bi birêz Nêçîrvan Barzanî re diyar kir û herwiha heyet bi minasebeta erkdar kirina birêz Nêçîrvan Barzanî bo postê Serokwezîriya Kurdistanê jî pîrozbayiyên xwe pêşkêşî nav hatî kirin û hêvî xwestin ku, di dema kar kirina xwe de bikarêbe di her warî de Kurdistanê ber bi pêşkeftin û awedan kirinê ve bibe.

Heyeta mêwan herwiha amade bûna xwe û partiyên xwe bo piştgîrî kirin ji ezmûna demokratîk ya Kurdistanê û bihêztir kirina ezmûna han jî diyar kirin.

Di berdewamiya vê hevdîtina han de birêz Nêçîrvan Barzanî jî kêfxweşiya xwe li hember serdana vê heyeta han diyar kir û balkêşande ser Dîroka peyvendiyên heyî yên di navbera Kurdistan û Swêdê de û ev peyvendiyên han bi girîng û dostane wesif kir.

Pişt re heyeta mêwan di derbarê çendîn xalên sereke yên kar kirina kabîneya nû ya Hikûmeta Kurdistanê de çendîn pirs pêşkêşî birêz Nêçîrvan Barzanî kirin û nav hatî jî bersifa wan pirsan da û diyar kir ku, parastina aştiya civakî, aramî û kar kirina tevî tevahiya aliyên heyî li Kurdistanê de, parastina yekrêzî û yekdengiya Gelê Kurd, amade kirina xwe bo rûbirû bûn bi her cure bûyerekî re, bihêztir kirina asta xizmetgozarî û hewldan bo çareser kirina kêşeyên hilwastî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de xalên sereke yên kabîneya nû ya Hikûmeta Kurdistanê ne.

Di derbarê rola Kurd di guhertinên Deverê de jî birêz Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku, Kurd hertim faktereke sereke bûye ji bo aştî û aramî û vê hertim li ser vê pêgeha xwe bimîne û diyalog û rêbazên aştiyane û demokratîk jî weke yek ji sedemên zal bûna aştî û aramî li Deverê de dizane.

Di derbarê rewşa siyasî ya Kurdistanê de jî birêz Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku, em niha di nava pêvajoya veguhastinê dene û ber bi demokratîzasiyonê ve pêngavan davêjin lewre hin kemanî û kemasî jî der dikevin.

Di vê hevdîtina han de ku, Berpirsê peyvendiyên Derve yên partiya demokrata Kurdistanê Hêmin Hewramî jî tê de amade bû, birêz Nêçîrvan Barzanî ev yek jî diyar kir ku, me hedef û bernameyeke gelek baş bo pêşeroja Gelê xwe daniye û em li gorî vê bernameya han ber bi demokrasî û bihêz kirina qebûl kirina çanda demokrasî û hevûdû qebûl kirinê ve dimeşin û demokrasî jî armanca sereke ya desthilatêye jiber ku, her desthilatek ku, demokratîk be vê demê meşrûêyeta xwe ji xelk werdigire.

Tê zanîn heyeta parlementerên Swêdê beriya çend rojan li ser vexwandina navenda peyvendiyên Derve yên partiya demokrata Kurdistanê serdana Kurdistanê kiribû û di nava wan çend rojan de çendîn dîdar û hevdîtinên curbicur pêk anî ne.
Top