• Thursday, 05 February 2026
logo

Wezîrê Çandin û Çavkaniyên Avê Budceya projeya ava Elwen 4.5 milyar dînar e

Wezîrê Çandin û Çavkaniyên Avê Budceya projeya ava Elwen 4.5 milyar dînar e
Wezîrê Çandin û Çavkaniyên Avê yê Herêma Kurdistanê ragihand ku îsal bi qasî 4 milyar û 500 milyon dînarê iraqî dê projeya ava Elwen bête bicihanîn.

Cemîl Silêman daxuyand ku di heyama çend salên borî de, ji ber girtina ava çemê Elwen ji hêla Îranê di werzê havînê de, zirarên mezin gihane navçeyên derdora bajarokê Xaneqînê û bi sedema vêya jî bi dehan baxçeyên çandiniyê hişk bûne.

Silêman amaje kir ku Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê razî bûye ku 4 milyar û 500 milyon dînar ji bo projeya ava Elwen bê terxankirin û dîzayina projeyê jî amade ye.

Ji aliyekî din ve, Silêman aşkere kir ku îsal dê 150 milyon dînar wek qerz bo cotkarên herêmê bê dayîn, par ew qerz 100 milyon bû.
Top