Wezîrê Çandin û Çavkaniyên Avê Budceya projeya ava Elwen 4.5 milyar dînar e
Cemîl Silêman daxuyand ku di heyama çend salên borî de, ji ber girtina ava çemê Elwen ji hêla Îranê di werzê havînê de, zirarên mezin gihane navçeyên derdora bajarokê Xaneqînê û bi sedema vêya jî bi dehan baxçeyên çandiniyê hişk bûne.
Silêman amaje kir ku Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê razî bûye ku 4 milyar û 500 milyon dînar ji bo projeya ava Elwen bê terxankirin û dîzayina projeyê jî amade ye.
Ji aliyekî din ve, Silêman aşkere kir ku îsal dê 150 milyon dînar wek qerz bo cotkarên herêmê bê dayîn, par ew qerz 100 milyon bû.
