Berpirsê peywendî yên derve digel girûpeke xwendevanên Elmanya civîya
Herweha Colyana Şinayder seroka girûpê basê armanca serdana xwe ya jibo herêmê kir û got: em hatine jiboy ji nêzve haydarî kiltur û rewişt û tîtal û rewşa jîyara gelê kurdistanê bîn û di geşta xwe de emê bêtir li ser avakirina pirên peywendî yên xûrt digel xwendevanên kurdistanê rawestîn.
Ji alî yê xwe ve Felah Mistefa şanda xwendevanê Elmanya bi gemî bixêranî û ev core serdan jî bi kenalekî din ya peywendî yên navbera herêmê û Welatê Elmanya dazanîn,herwesa şanda Elamnî hinekî haydar kir bi rewşa şoreşên gelê kurdistanê û ew sitem û zordarîya rijêmên diktatorî li Iraqê li dijî kurdan kirîn û xebat û tekoşîna gelê kurd jiboy parastina nasnameya xwe ya netewî û bi dest xistina azadî yê.
Mistefa basê serheldana gelê kurdistaanê kir di sala 1991 an de û avabûna yekemîn perleman û hikumeta herêmê bi rêya helbijartina û sepandina binemayên demokrasyê ta gehişt azadî ya Îraqê di sala 2003 de û avakirina Îraqa nu ku tev pêkhateyên wê di birêvebiran welat de beşdar bin.
Berpirsê peywendî yên derve amaje bi rola kurd di Îraqa nu de kir û bizavên hikumeta herêma kurdistanê di warê avakirina peywendî yên diblomasî û sîyasî de di gel civaka nêvdewletî û got: herêam kurdistanê divê pêvajoyê de serketinên herî baş bi dest xistine û karî baweryê jibo welatên herêmê û hin welatên cîhanê dirist bike ku bi awayekî sîyasî û diblomtîk reftarê digel herêmê bikîn û niha 24 welata nuneratî yên xwe li herêmê hene û hikumeta herêma kurdistanî jî 13 nuneratî li welatên derve hene û di pêşerojê de jî hejmara wan wê bêtir bibe.
Berpirsê peywendî yên derve di tewereke din ya peyva xwe de basê rewşa Îroya herêma kurdistanê û Îraqê û qeyrana sîyasî û rola serokatîya sîyasî ya kurdistanê û peywendîyên navbera Bexda û Hewlêr û hin pirsên bê çareserî mayîn kir û got: hikumeta fedraal ya Îraqê jiber ku pêgîrnebuye bi destura welat ev pirse weha bê çareser mane.
Li dawî yê jî xwendevanên Elmanî pisyar û nerînên xwe sebaret pêşeroja Kurdistan û Îraqê anîn ziman û berpirsê peywendî yên derve jî bersiva wada.
