• Friday, 06 February 2026
logo

Kişanak: Kujerên Roboskî li Enqereyê ne

Kişanak: Kujerên Roboskî li Enqereyê ne
Hevseroka partiya aştî û demokrasiyê (BDP) Gultan Kişanak, diyar kir, komkujiya Roboskî, ji aliyê dewletê ve hatiye plankirin û wiha got, “Kujerên Roboskî li Enqereyê ne”.

Hevseroka BDPê Gultan Kişanak, di civîna fraksyona partiya xwe de axivî û got, 70 roj bi ser komkujiya Roboskî re derbas bibe lê heta niha jî berpirsên wê bûyerê nehatine aşkerekirin.

Kişanak, serdana hevjîna serokwezîrê Tirkiyê, Emîne Erdogan û wezîara malbatê Fatma Şahîn bo Roboskî rexne kir û wiha axivî, “Hikûmet lêborînê naxwaze û kujeran aşkere nake lê xwe dixe pişt jinan û diçe wir. Em jin ku êşa zarokan baş dizanin, nahêlin ev yek bê veşartin û bê jibîrkirin.”

Hevseroka BDPê, ragihand, komkujiya Roboskî ji aliyê dewletê ve hatiye plankirin û kujer jî li Enqereyê ne lê li xwe mukir nayên.

Gultan Kişanak, behsa bûyera destdirêjî û êşkenceya zarokên kurdi di zîndana Pozanti ya Edeneyê de jî kir û got, li gorî amarên wezareta dadê, sala 2005ê li Tirkiyê, 17 zarok hatibûn girtin, lê niha 2 hezar û 21 zarok di zîndanê de ne.

Kişanak, got, bersiva bo vê zilmê tenê xebateke zêde, berxwedaneke zêde û tîlîliyên zêde ye.

Kişanak, diyar kir, di serdema desthilata AKPê de tundiya li dijî jinan zêde bûye û bang li jinan kir, beşdarî çalakiyên 8ê adarê, roja jinan bibin.

AKnews
Top