Kişanak: Kujerên Roboskî li Enqereyê ne
Hevseroka BDPê Gultan Kişanak, di civîna fraksyona partiya xwe de axivî û got, 70 roj bi ser komkujiya Roboskî re derbas bibe lê heta niha jî berpirsên wê bûyerê nehatine aşkerekirin.
Kişanak, serdana hevjîna serokwezîrê Tirkiyê, Emîne Erdogan û wezîara malbatê Fatma Şahîn bo Roboskî rexne kir û wiha axivî, “Hikûmet lêborînê naxwaze û kujeran aşkere nake lê xwe dixe pişt jinan û diçe wir. Em jin ku êşa zarokan baş dizanin, nahêlin ev yek bê veşartin û bê jibîrkirin.”
Hevseroka BDPê, ragihand, komkujiya Roboskî ji aliyê dewletê ve hatiye plankirin û kujer jî li Enqereyê ne lê li xwe mukir nayên.
Gultan Kişanak, behsa bûyera destdirêjî û êşkenceya zarokên kurdi di zîndana Pozanti ya Edeneyê de jî kir û got, li gorî amarên wezareta dadê, sala 2005ê li Tirkiyê, 17 zarok hatibûn girtin, lê niha 2 hezar û 21 zarok di zîndanê de ne.
Kişanak, got, bersiva bo vê zilmê tenê xebateke zêde, berxwedaneke zêde û tîlîliyên zêde ye.
Kişanak, diyar kir, di serdema desthilata AKPê de tundiya li dijî jinan zêde bûye û bang li jinan kir, beşdarî çalakiyên 8ê adarê, roja jinan bibin.
AKnews
