• Friday, 06 February 2026
logo

Bayiz: Em dê nêrînên hemû aliyên siyasî nêzîkî hev bikin

Bayiz: Em dê nêrînên hemû aliyên siyasî nêzîkî hev bikin
Serokê parlamentoya Kurdistanê, Erselan Bayiz, diyar kir, dê hewl bidin nêrînên hemû aliyên siyasî yên parlamentoyê nêzîkî hev bikin û bang li hêzên siyasî kir, bo cîbicîkirina qanûnan, alîkariya parlamentoyê bikin.

Piştî bêhnvedana zivistanê, parlamentoya Kurdistanê, îro civîna xwe ya yekemîn li dar xist.

Serokê parlamentoyê, Erselan Bayiz, axaftinek kir û diyar kir, di vê werza pêşiya me ya parlamentoyê de, em dê hewl bidin rêziknameya navxwe ya parlamentoyê hemwar bikin û hinek yasa jî qebûl bikin.

Bayiz, got, ji ber vê yekê, bang li hemû lêjneyên parlamentoyê dikim bi coşeke mezin dest bi karê xwe bikin, ji ber ku gelê Kurdistanê li hêviya me ye.

Serokê parlamentoyê, bang li hêzên siyasî yên Kurdistanê jî kir, bo cîbicîkirina qanûn û erkên parlamentoyê, bo geşedana azadiya raman û demokrasiyê û mafên mirov alîkariya wan bikin.

Erselan Bayiz, da zanîn, em li bendê ne cîgirê serokê Herêma Kurdistanê, sonda yasayî bixwe û her wiha piştî ku navên endamên kabîneya nû ya hikûmetê gihîşt parlamentoyê, dê bawerî bê dayîn.
Top