Îsraîl dê ji Obama re bibêje: Tu ligel meyî yan na?
Îsraîl e yan na. Li gor rojnameya NewYork Times, Serokê Îsraîl Netanyahu piştgiriya lobîya Yahûdî wergirtiye û dê di hevdîtina her du serokan de ji Obama bixwaze dîtina xwe aşkere bibêje ka ligel Îsraîl e yan na.
Rojname balê dikişîne ser nêzîkbûna hilbijartinên serokatiya Emerîka ku ji bo Obama gelekî gîringe ku, Lobî ya Yahûdî li Emerîka Obama kiriye quncikê.
Lobiya Yahûdî û senator parlementerên nêzî Lobiya Yahûdî zextan li Obama dikin ku piştgiriya Îsraîl bike di mijara êrîşkirina ser Îranê de.
Avestakurd
