• Thursday, 05 February 2026
logo

Li Şamê kurd tên desteserkirin û girtin

Li Şamê kurd tên desteserkirin û girtin
Tevgera Xortên Henano navenda wan li Şamê paytexta Sûriyê ye aşkere kir ku li taxa Zorava a Şamê, hêzên ewlehiyê û alîgirên el-Esed bi ser çend malên kurdan de girtin û bi dehan kes desteser kirin.

Tevgera Xortên Henano li ser rûpela xwe ya Facebookê ragihandin ku îro, saet 5ê dibê, li taxa Zorava (Wadî el-Meşerîî) a Şamê, hêzên rejîma Sûriyê û şebîhe (alîgirên el-Esed yên çekdar) bi ser çend malên kurdan de girtin herî kêm 10 desteser kirin.

endamekî Tevgera Xortên Henano got, “Malbatek bi temamî hate girtin û di dema girtinê de “şebîhe” lêdan û dijûn ji girtiyan re li ber çavên xwediyên wan dikirin.”

Her wiha aşkere kir, “Ji ber lêdana li ser rûyê girtiyekî ew di cih de ket û piştre ew xuşandin û xistin nav otomobîlê. Di nav girtiyan kesekî 64 salî hebû ku berê nexweş bû, li ber avên wî 2 kurên wî jî bi tev wî girtin yekî 14 salî û yê din jî 27 salî.”

Endamê Tevgera Ciwanên Henano diyar kir ku wan karî navê hinek girtiyan bi dest bixin navê wan li ba wan ev in:

“Ciwan Xalid, Semîr Xalid, Cegerxwîn Xalid, Şoreş Xalid, Bavê Semîr (bavê her çar xortên navhatî), Şîbal Temir Yaqûb, Bavê Delîl û 2 kurên wî, her wiha di nav girtiyan de jinek jî hebû û gelek kesên din jî hatin girtin navên wan bi dest neket.”

Tevgera Xortên Henano li ser navê serkirdeyê sûrî esil-kurd Îbrahîm Henano nav li xwe kirine ku berî serxwebûna Sûriyê sala 1946ê li dijî dagirkeriya Fransa şer kir û di şerekî de canê xwe ji dest da.

Aknews
Top