• Thursday, 05 February 2026
logo

Pira dîrokî Pira Deştê ya Cizîrê hilweşiya

Pira dîrokî Pira Deştê ya Cizîrê hilweşiya
Li navçeya Cizîrê ya Şirnêx duh ji ber berf û barana bi bandor di pira dîrokî Pira Deştê de hilweşiya. Tê gotin sedema herifînê restorasyona ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Riyên Bejayî ve pêk tê, pêk hatiye.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di pira herî kevnar a navçeyê Pira Deştê de herifîn pêk hat. Hate gotin sedema tepînkê restorasyona tê kirin e.

Îhaleya restorasyona pira dîrokê 4 meh berê ji aliyê 9'emîn Midûriyeta Herêmê ya Riyên Bejahî ve hatibû kirin. Şîrketa xwediyê wê Cengîz Karaasalan îhale girt û xebatên restorasyonê li ser pira dîrokî dan destpêkirin.

Xebatên bi riyên bejayî ve dihate kirin ji aliyê Muzeya Mêrdînê ve dihate kontrolkirin. Berpirsiyarê lênêrîn û temîrkirina pirê jî Serokatiya Daîreya Pirên Dîrok a di bin banê Midûriyeta Giştî ya Riyên Bejayî de ye.

ANF
Top