• Friday, 06 February 2026
logo

Xezûrê Beşar Esed banga rawestandina êrîşan li Esed kir

Xezûrê Beşar Esed banga rawestandina êrîşan li Esed kir
Xezûrê Beşar Esed serokê Sûriyê, Dr. Fewaz Exres bang li zavayê xwe kir û jê xwest ku dawî li êrîşan bîne

Dr. Fewaz Exres ku li Londonê doktorê dil e, her wiha ji Beşar Esed daxwaza kir ku gavên demokratîk bavêje û rê li ber kuştin û kiryarên kuştin û wêrankirinê bîne.

Dr. Fewaz Exres ku bi xwe ji taîfeya Sinnî ye û ji Humisê ye, ku weke peytexta şoreşa Sûriyê tê naskirin, got ew ditirse ku jiyana keça wî jî bikeve xeterê.

Li gora rojnameya înglîzî Express, Exres ji hevalên xwe re gotiye ku Beşar Esed serkêşiya êrîşên hovane dike û welat ber bi wêrankirinê ve dibe.

Exres her wiha ji wê yekê ditirse ku keça wî bin çavan de be û derdora Esed derketina derveyî Sûriyê li wê qedexe kiribin.

Avestakurd
Top