• Thursday, 05 February 2026
logo

Demîrtaş: Divê Tirkiye di siyasetê de jî Kurdistanê nas bike

Demîrtaş: Divê Tirkiye di siyasetê de jî Kurdistanê nas bike
Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, bal kişand ku Tirkiye di hemû peymanên bazirganî û aboriyê de Herêma Federal a Kurdistanê nas dike lê di siyasetê de Kurdistanê nas nake û wiha got: “Ev yek qet nexweş e. Divê di hatina Birêz Mesûd Barzanî de ala Kurdistanê jî hatiba daliqandin.”

Hevserokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Selahattîn Demîrtaş û Şaredarê Bajarê Mezin ê Diyarbekirê Osman Baydemîr, tevli vekirina pêşangeha resiman a “Baxçeyê Piştê” bûn.

Selahattîn Demîrtaş, li ser pirsa rojnamevanan a “Di bîranîna Mele Mistefa Barzanî de ala Kurdistanê hate daliqandin û di konferansa ziman de jî sirûda Ey Reqîb hate xwendin. Çima?” bersiveke wiha da: “Tirkiye di hemû peymanên bazirganî û aboriyê de Herêma Federal a Kurdistanê nas dike lê di siyasetê de Kurdistanê nas nake. Ev yek qet nexweş e. Divê di hatina Birêz Mesûd Barzanî de ala Kurdistanê jî hatiba daliqandin.”

Demîrtaş, da zanîn ku weke hemû neteweyan nirxên gelê kurd hene û yek ji van nirxann jî sirûda Ey Reqîb e.

Demîrtaş, li ser pirsa AKnewsê, li parlamenter, şaredar û BDP’iyên girtîgehan de jî banga devjêberdana greva birçîbûnê ya bê dem û bêveger (rojiya mirinê) kir. Demîrtaş, ji kesên di grevê de xwest vê biryara xwe careke din di ber çavan re derbas bikin û ji nû ve binirxînin.

Demîrtaş, li ser pirsa AKnewsê ya derbarê hevdîtinên hikûmeta AK Partiyê û PKK’ê de jî xwest ji bo sekinandina mirina ciwanan demildest hevdîtin dest pê bikin.

Selahattîn Demîrtaş, di berdewama axaftina xwe de, aşkera kir ku ew dixwazin cejna Newrozê li 130 bajar û navçeyan bi awayê salên 1990’î pîroz bikin.
Top