• Saturday, 07 February 2026
logo

Putin dîsa dibe serokê Rûsya

Putin dîsa dibe serokê Rûsya
Serokwezîrê Rûsya yê berê Vladimir Putin, piştî gera yekê ya hilbijartinan dê dîsa vegere Kremlin ji bo posta serokatiya Rûsya werbigire.

Li gor encama gera yekê ya hilbijartinên Rûsya Serokwezîrê Rûsya yê berê Vladimir Putin ji sedî 63.9 dest xistine, ew jî têrê dike ku ji niha ve ew wek serokê Rûsiya bihê ragihandin.

Ji aliyekî din ve dijbereya Rûsya, pêvajoya hilbijartinan şermezar kir û got ku sextekariyê di hilbijartinan de rû daye.

Tê zanîn ku Vladimir Putin ji sala 2000ê de heta 2008ê, du xulan Iraq pey hev bûye serokê Rûsiya û ev jî dibe xula sêyem.

AKnews)
Top