Fermanberên Herêmê bi Cilên Kurdî Pêşwaziya Newrozê Dikin
Gotebêjê desteya geştûgozara Herêma Kurdistanê, bo ajansa Peyamnêr ragihand: komîteyeke teybet bo amadekariyan hatiye pêkanîn, herweha rêveberiyên giştî yên Silêmanî Hewlêr, Duhok, Germiyan û bajarokên din bo heman mebestê komîte hatine dirûst kirin. Amadekarjî pêktên ji; dirûstkirina Rêberên geştiyarî bo navendên Newrozê, kû hijmarên telîfonên xizmetgozariyan û navên şiwênewar û cihên giştî bo demderbaskirinê ji geştyaran re tên hazir kirin.
Herweha navenda Zaniyarî û Xizmetgozariya Geştiyaran di nav desteya Giştiya Geştûgozarê de bi herdû hijmarên telîfonê (0750 7779788 û 0770 7779788) dixine xizmeta geştiyaran û zaniyariyên li ser cih û şiwênewarên geştiyarî tê dayîn, hijmaranê din jî di bajaran de bo heman mebestê tên terxankirin.
Nadir Rostî weha jî got kû: Ev hijmarên Telîfonan dê li mêhvanxaneyan, li bazaran de tê belav kirin û ji roja 18, 19 , 20 berî Newrozê tevahiya fermanberên me hatine agehdarkirin, kû bi cilûbergên Netewî (Kurdî) dewam bikin.
Dilşad Ehmed.
