Heyetek Ji Xwendekarên 13 Zanîngehên Almanî Gehêştine Kurdistanê
Di hevdîtineke de bi Berpirsên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê re, heyeta mêwan armanca serdana xwe bo Kurdistanê rave kir û ragihand ku, armanc ji vê serdana han hayedar bûn ji rewşa kar kirina saziyên medenî yên Kurdistanêye.
Biryare ku, heyeta Xwendekarên Almanî bi qasî 8 rojan li Kurdistanê de bimîne û çendîn hevdîtin û civînên curbicur pêk bîne.
