• Thursday, 05 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê roja çarşema bê Nêçîrvan Barzanî û Îmad Ehmed ji bo pêkanîna Hikûmeta nû radispêrê

Serokê Herêma Kurdistanê roja çarşema bê Nêçîrvan Barzanî û Îmad Ehmed ji bo pêkanîna Hikûmeta nû radispêrê
Fuad Husên îro dûşem 05/03/2012 li daxûyaniyek de eşkere kir ku birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê roja çarşema bê rêkefta 07/03/2012 bi fermî her du rêzdaran Nêçîrvan Barzanî û Îmad Ehmed ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêmê radispêrê.

Serokê Dîwan her wiha ragihand ku rêzdar Nêçîrvan Barzanî wekî Serokê Encumena Wezîran û Îmad Ehmed wekî Cîgir, bi fermî ji aliyê Serok Barzanî ve li roja raspardinê ve, nêzîkî 30 roj li pêşiyê ye bo ku kabîneya nû ya Hikûmeta Herêmê pêkbîne û bi mebesta bawerî pêdanê pêşkeşî Parlemena Kurdistanê bikin.

Li dirêjiya daxuyaniya xwe de Fuad Husên pêşbîniya wê yekê kir ku berî bi dawî hatina dema yasayiyê, kabîneya nû ya Hikûmetê dihête pêkanîn.
Top