• Friday, 06 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê salvegera raperînê li gelê Kurdistanê pîroz kir

Serokê Herêma Kurdistanê salvegera raperînê li gelê Kurdistanê pîroz kir
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Li salvegera bi rûmeta raperîna Adara sala 1991 de, ku rojekî bi şerefe li dîroka karwana xebata gelê me da, pîrozbahiyekî germ pêşkêşî kesukarê şehîdan û enfalkiriyan û Pêşmerge giyanê li ser destên Kurdistanê da û tevahiya çîn û tuwêjên xelkê Kurdistanê dikim û serê xwe bi rêz û newazê jî ji bo şehîdên raperîn û hemû şehîdên tevgera rizgarîxwaza gelê Kurdistanê nizim dikim.

Raperîn waneyekî bi şerefe û gelek wateya xwe ya pir biha têda heye ku em û gelên din jî dikarin gelek tişt jê fêr bibîn, ji ber ku bi dirêjahiya dîrokê bi navê bi destxistina mafê gelê me qurbaniyekî mezin da, lê belê ji ber wê yekê bû ku em li gel hevdû bi teba nebuyîn bi mixabinî me nedikarî encamekî wiha bi dest bînîn.

Lê belê li wê salê da gelê Kurdistanê bi yek deng û yek helwest raperî eve jî bû sedem serkeftinekî dîrokî û mezin bi destanî, ji bo wê yekê divê em yek dengî û yek helwestiya xwe herdem bi bîr bînin û bi hemû aliyek ve li hewl û têkoşînê da bîn bo ku biparêzîn bi taybetî beramber bi pirsa serekiyan û meseleyên stratejiyan da ku paşaroja gelê me pêve girêdayiye.

Îro cihê serfiraziyê ye ku yekemîn hilbijartina seranserî û biryara federalî û pêkanîna yekemîn Hikûmeta hilbijartiya Herêma Kurdistanê piştî wê raperînê hat ku bi rastî serkeftinekî dinê mezin bû ku serkeftina raperînê bi hêztir û pir bi bawertir kir û serkeftinê kurahiyeke demokrasiyê bexşî û Herêma Kurdistanê jî bû mînaka ezmunekî geş ku pêwîste em hemû şanaziyê pêve bikîn û bikîn palpiştekî bi hêz ji bo bergirîkirina wan destkeftên ku bi destê me ve hatine û her wiha ew mafên rewayên ku li destûra bingehîna Iraqê da hatine cîhgirkirin lê belê hê jî bi dest ve nehatine.

Dûbare salvegera raperînê li we pîroz dikim ku têda îradeya gelê Kurdistanê serket û qonaxekî nû ya li Herêma Kurdistanê li pişt xwe da anî.

Her şad û serfiraz û serkeftî bin


Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

04/03/2012
Top