Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî Parlementerên Swêdê kir
Di hevdîtinê de, Serokê torê Fredrîk Malm bi navê Parlementerên Swêdê ve ji bilî xweşhalî derbirîna vê serdana Herêma Kurdistanê, behsa pêşketinên Herêma Kurdistanê kir û ragihand ku ewê cihê şanaziyê ye gelê Kurdistanê hewl dide bi destê xwe paşaroja xwe destnîşan bike û wekî welatê Swêd jî em amadene her alîkariyek bikin ku bibê sedema zêdetir pêşxistina Herêma Kurdistanê ji ber ku ev pêvajoya demokratiya ku li vê Herêmê de destpêkiriye pêwîstî bi piştgîriya hemû demokrasîxwazên cîhanêye.
Serok Barzanî bi kurtî li ser nehametiyên wan karesatan rawestiya ku bi dirêjahiya dîrokê li ser gelê Kurdistanê de hatiye û her wiha behsa pêwendiya dîrokiya di navbera welatê Swêd û welatiyên Kurdistanê kir ku çawa li rojên sext û dijwaran de Swêd li derve bûbû penagehek ji bo revenda Kurdistanî û li vî warî de behsa wê helwêsta gel û Hikûmeta Swêdê kir û hêvî xwest li serdema niha jî de welatê Swêd rola zêdetir li piştgîrîkirina ezmûna Herêma Kurdistanê û ew pêvajoya avadaniya ku piştî raperînê destpêkiriye de bibîne û ji bo wan kar û çalakiyên ku heta niha bi navê piştgîrîkirina li doza rewaya gelê Kurdistanê de encam dane spasî vê torê jî kir.
Li dawiya hevdîtinê de Parlementerên Swêdê çend pirsiyarek pêşkêşî Serok Barzanî kirin ku pêwîst bûn bi pêvajoya Iraq û Herêma Kurdistan û navçeyê bi giştî û Serok Barzanî jî bi eşkere bersîva pirsiyarên wan da.
