Mela Mistefa Barzanî li Diyarbekirê hate bibîranîn
Koma Diyalogê ya Dîcle û Firatê li avahiya xwe ya li Diyarbekirê serkêş û rêberê kurd Mela Mistefa Barzanî bi bîr anî. Avakarê PDK-Bakur Derwêşê Sedo, serkêşê komê Muhittin Batmanli, siyasetmedar Îbrahîm Guçlu, Arif Sumerkan, ji HAK-PARê Kenan Kizil tevli bîranînê bûn.
Di bîranînê de ala Kurdistanê û wêneyê Mela Mistefa Barzanî hate daliqandin. Mihyedîn Batmanli, di axaftina xwe de diyar kir ku Mela Mistefa Barzanî nirxeke giranbuha yê gelê kurd e û heta li her çar parçeyên Kurdistanê ala rengîn bê daliqandin û libakirin dê şop û riya Barzanî bişopînin.
Derwêşê Sedo jî di axaftina xwe de behsa dîroka têkoşîna ku ji aliyê malbata Barzaniyan ve hatiye dayîn kir û bal kişand ku heta niha li Kurdistanê tenê têkoşîna Barzaniyan qezenceke berbiçav bi dest xistiye. Ji HAK-PARê Kenan Kizilkaya jî da zanîn ku destkeftiyên li Kurdistanê bi keda Barzanî hatine bidestxistin û divê hemû kurd riya Barzanî bişopînin.
Siyasetmedar Îbrahîm Guçlu, ji AKnewsê re destnîşan kir ku hemû serokên din li Kurdistanê manewî ne lê Barzanî serokekî hem fiîlî û hem jî manewî ye. Guçlu, da zanîn ku Barzanî tekane serok e ku nûnertiya hemû tebeqeyên gelê kurd dike.
Endamê Meclisa Partiyê (MP) ya KADEPê Alî Aydin jî derbarê Barzanî de ji AKnewsê re aşkera kir ku Mela Mistefa Barzanî di jiyana xwe de weke pêşmergeyekî jiyaye, di ruhiyeta wî de serwerî û rêbertî hebûye.
AKnews
