Kerkûk: Xwendevaneka kiç bi rêya Facebookê hat revandin
Hêzeke ewlekariyê ya hevkar li Kerkûkê karîn piştî 24 demjimêran wan kesan destgîr bikin û wê keçika xwendevan rizgar bikin.
Wezareta navxwe ya Êraqê di beyannamekê de ku wêneyek gihîşte destê Xendanê tê de hatiye ku: "Hêzeke ewlekariyê ya hevkar li Kerkûkê ew keçika xwendevan piştî 24 demjimêran ji revandina wê, rizgar bike .
Cîgirê birêvebirê navenda polîsan efser Kamil Ehmed ragehand ku hêza polîs 4 kesên ku bi rêya malpera civakî Facebookê di bin navê zewacê û derketina derveyî Êraqê xwapandibûn û keçika xwendevan revandine girtine.
Xendan
