• Thursday, 05 February 2026
logo

Tê pêşbînîkirin Putin bibe serokê Rûsya

Tê pêşbînîkirin Putin bibe serokê Rûsya
Di hilbijartinên ku dê îro yekşemê li Rûsyayê bêne encamdan, tê pêşbînîkirin Serokwezîr Vladimir Putin carek din bibe serok.

Rûsî dê îro di nav hilbijartinên serokatiyê de biçin ser sindoqên dengdanê ku tê çaverê kirin Serokwezîr Vladimir Putin carek din bibe serokê welatî herçend xwepêşandanên bêhempa li dijî wî û partiya wî Partiya Rûsya Yekbûyî tên kirin.

Li gorî tora Nûçeyan VOA ya amrêkî, Rawergirtina harî dawiyê ya serbixwe nîşan dide Putin ku di nav dengdana roja yekşemê de 62 heta 66 ji sedî dengan bi dest bihîne.

Ji dema hilbijartinên meha 12ê yên parlamentoyî ve ku partiya Putin serkeftin bi dest hêna bi sedan hezar Rûsî li seranserî welatî çûne ser şeqaman û xwepêşandan kirin. xwepêşanderan dane zanîn dê partî bi rêka firt û fêl û destkariyê serkeftin bi dest hêna.

Li gor rawergirtina vê dawiyê 80 ji sedî Rûsî bawer dikin Putin bo cara sêyem ya ne li pey yek dê bibe serokê welatî.
Top