• Thursday, 05 February 2026
logo

Li Sûriya duhî, 88 kes hatine kuştin

Li Sûriya duhî, 88 kes hatine kuştin
Tora Sûrî bo Mafê Mirovan ragihand ku duhî 88 kes bi bombebaranê û bi guleyên hêzên ewlekariya Sûriya hatine kuştin.

Tora Sûrî bo Mafê Mirovan belav kir ku duhî, 88 kesên din li çend navçeyên Sûriya hatine kuştin, piraniya wan li bajarê Îdlibê ne.

Çavkaniyê amaje pê kir ku li bajarê Îdlibê 47 leşker ku dixwestin ji Artêşa Sûriyê veqetin bi guleyên hêzên rejîmê hatine kuştin

Her wiha diyar kir ku li Hemayê 6, li Deraa 7 kes, li derdora Şamê 13 û li Dêrezorê jî 2 kes û li Helebê jî kesek hatin kuştin.

Li parêzgeha Îdlibê û Helebê gulebarana artêş û alîgirên rejîma el-Esed bi ser navçe û şaregundan de berdewam e.

Çalakvanên Sûriya amajeyê pê dikin ku rewşa bajarê Himsê gelek xirab e û derman û xwarin gelek kêm bûye, bi tevî wê jî Hikûmeta Sûriyê rê neda xaça sor derman û xwarinê derbaz bike.

AKnews
Top