• Thursday, 05 February 2026
logo

Hevpeymaniya Kurdistanî bersiva Malikî da

Hevpeymaniya Kurdistanî bersiva Malikî da
Hevpeymaniya Kurdistanî wisa bersiva daxuyaniya serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî da, “Kurdan bi xebatê mafên xwe bi dest ve anîne, û wan di avakirina Iraqa Federala Demokrat jî beşdarî kiriye”.

Malikî di daxuyaniyekê de bo rojnameya Ukaz a Siûdî gotibû, “Kurdan li Iraqê ji Tiriya û Îran û Sûriyê zêdetir maf bi destê xwe ve anîne”.

Peyvdarê Hevpeymaniya Kurdistanî Mueyed Teyêb ji AKnewsê re ragihand, “Kurdan piştî xebateke dûr û dirêj û gelek qurbaniyên mezin mafên xwe bi dest ve anîne”.

Mueyed Teyêb got, “Pêwîst e li destkeftên mafên kurdan nehê seyrkirin ku bi ser mafên pêkhatên Iraqê yên din de zêdegavî ne”.

Teyêb ronî kir ku Kurdan ji bo mafên xwe yên rewayî xebat ji bo demokratiyê ji bo hemû Iraqê jî dikir, hinek caran jî li Iraqê serkirdayetiya xebatê dikir.

Peyvdarê Hevpeymaniya Kurdistanî bal kişand ser rola kurdan di avakirina sîstema demokratîk de li Iraqê piştî sala 2003ê, û amaje pê da ku ereban li Iraqê ji welatên ereb yên ne demokrat zêdetir maf bi dest ve anîne.

Sebaret bi hizira kurdan li Iraqê derbarî rewşa kurdan li Sûriya û Îran û Tirkiyê, Mueyed Teyêb wiha axivî, “Li wan her sê welatan kurd ji mafên xwe bê par in”, û wisa pêde çû, “Lê ew li hember wê rewşê ne bê deng in, xebat kirine, û dê bikin jî heta ku mafên xwe bi dest ve dihînin, û em jî destdirêjiyê di karûbarên wan de nakin”.

AKnews
Top