• Thursday, 05 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Wîlayetên Yekgirtiyê Emerîka li Iraq kir

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Wîlayetên Yekgirtiyê Emerîka li Iraq kir
Îro şemî 03/03/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya birêz James Jeffrey Balyozê Wîlayetên Yekgirtiyê Emerîka li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de, guftûgo di derbarê pêwendiya du qoliyên di navbera Herêma Kurdistan û Wîlayetên Yekgirtiyê Emerîka kirin ku bi awayekî xizmeta berjewendiya hevbeşa her du aliyan bike. Li vî warî de Balyozê Wîlayetên Yekgirtiyê Emerîka behsa rewşa Herêma Kurdistanê kir û ezmûna wê jî li hemû navçeyê da bi mînak da zanîn û ragihand ku gelê Emerîka bi çavekî pir bi rêz ve temaşa wê ezmûnê dike û parastina aramiya wê jî cihê girîngîpêdana welatê wane.

Her wiha li vê hevdîtinê de di derbarê pêşhatên dawiya siyasiya Iraqê û ew tengasiya ku tuşî wê hate nirxandin û li vî warî de balkişandina li ser wan hewlan ku bi armanca aramî kirina rewşa niha ya Iraqê û karkirina li ser bingeha keşûhewayekî siyasî ya ji bo bestina kongreya nîştimaniya berfireha di navbera hêz û kutleyên siyasiyên Iraqê de bi mebesta çareserkirina tengasiyan tê dayîn û dûpat jî kirin ku ji bo birêvebirina welat, Iraq pêwîstî bi tebayiyekî nîştimanî û binyatnana hevbendiyeke nîştimaniya rasteqîneye.

Li dawiya hevdîtinê de sebaret bi pêşketinên dawî ya hinek li welatên navçeyê û rewşa pêwendiyên di navbera Hikûmeta Herêm û Hikûmeta Federal û ew gîr û giriftên ku heta niha nehatine çareserkirin, danustandina bîr û ramanan kirin.
Top