Serokê Kurdistanê: "Ez yek leşkerî radestî Hikûmeta Sûrî nakim.
Piştî Serokwezîrê Îraqê Nûrî El Malikî daxwaz ji Hikûmeta Kurdistanê kir ku leşkerên Kurd ên ji artêşa El Esed veqetiyayîn radest bikin, Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî der barê leşkerên ji artêşa Sûrî veqetiyayîn û xwe sipartîn Kurdistanê ji Hewlêra paytext daxuyaniyek da. Serokê Kurdistanê got "Ez yek leşkerî radestî Hikûmeta Sûrî nakim.
Lê der barê peymana di navbera her du welatan de, te îmze kiriye û em li Kurdistanê negirêdayî vê peymanê ne û her kesek xwe bispêrê me li ser xaka Kurdan, ew xwemaliya hemû kesên pêdivîdarên alîkariyê ne emê pêşwaziya wan bikin."
Avestakurd
