• Saturday, 07 February 2026
logo

Li Rojhilatê Kurdistanê dengdan sar derbas bû

Li Rojhilatê Kurdistanê dengdan sar derbas bû
Duh (02.03.2012) saet 08.00’an hilbijartina dewreya nehemîn a Meclisa Şûraya Îslamî ya Îranê dest pê kir, lê li Rojhilatê Kurdistanê dengdan sar derbas bû.

Li Îranê 48 milyon dengderan ji bo hilbijartina 290 nûneran mafê beşdarbûna hilbijartinê heye. Ji wan 290 nûneran, 29 wê ji bajarên Rojhilatê Kurdistanê bên hilbijartin û 250 namzet ketin nava hevrikiyê. Herwiha maf nehat dayîn ku hêjmarek zêde ya Kurdan xwe bikin namzet.

Li gor zanyariyên ku ketine destê Rûdawê, li bajarên wekî Seqiz, Sine û Bokan rêjeya beşdarbûn di astekî pir nizim de bû. Tê texmîn kirin ku rêjeya beşdarbûnê sedî 20 derbas neke.

Li gor agehdariyan, li bajarên wekî Serdeşt û Bane beşdarbûnekî kêm hebû û bi taybet jî berî nîvro.

Herwiha li gor zanyariyên ku Rûdawê ji Mihabadê wergirtî, beşek ji xelkî beşdarî hilbijartinê bûne û beşekê jî baykot kir. Boykotkirin jî bangewazî û daxwaza hemû partiyên Kurd ên li Rojhilatê Kurdistanê bû.

Li navendên bajar û bajarokên ku dewlimend jî lê dijîn, biryara baykotkirina hilbijartinê hatibû dayîn. Lê rêjeyeke zêde ya navçeyên hejar lê dijîn ên wekî; Baxî Şayegan, Pişt Tep û Meydanî Îstiqlal bi berhev ligel navçeyên din ên Mihabadê beşdarî hilbijartinê bûne.

Li gor zanyariyan sedemê beşdarbûna xelkê ya li wan navçeyan, ji ber wê sedemêye ku nûnerê Mihabadê yê dewreya heştemîn a parlamentoyê Mehmûd Zade ku berî rojekê hat belavkirin ku namzetkirina wî hatiye pejirandin bû.

Nûnerê niha yê Mihabadê endazyar Celal Mehmûdzade tevî ku derfet jêre nehat dayîn ku carekî din xwe ji bo Mihabadê bike namzet, bi bihaneya parastina aramiya Mihabadê, heta piştî hilbijartinê li mêvanxaneya parêzgeha Azerbaycana Rojava wê di bin çavdêriyê de be.
Top