• Thursday, 05 February 2026
logo

8ê adarê roja cilên neteweyî ye li Herêma Kurdistanê

8ê adarê roja cilên neteweyî ye li Herêma Kurdistanê
Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê biryar da ku bi boneya cejnên raperîn û bîranên neteweyî yên meha adarê, di 8ê vê mehê de hemû xwendekar, mamosta, û fermanber cilên neteweyî li xwe bikin.

Wezîrê Perwerdeyê Sefîn Dizeyî ji AKnewsê re daxuyand, “Wek rêlêznanekê ji bo kultûrên hemû neteweyên li Herêma Kurdistanê, me daxwaz ji xwendekar, mamosta û fermanberan kiriye ku di 8ê vê mehê de cilên neteweya xwe li xwe bikin.”

Dizeyî got jî, “Me dixwest roja 10ê mehê bikin roja lixwekirina cilên neteweyî, lê ji ber bêhnvedana duyê ya dibistanan di 11ê mehê de dest pê dike, lewra me 8ê mehê destnîşan kir.”

Dizeyî amaje kir ku li Herêma Kurdistanê gelek neteweyên din hene wek tirkman, kildan û asûrî û siryan û ew dikarin her yek ji wan bi cilên xwe yên neteweyî wê rojê dewam bikin, her wiha ew dibistanên ku xwendekarên ereb tê de dixwênin dikarin ew jî bi cilên erebî dewam bikin.

Dizeyî bal kişand ku armanca wan ji wî karî, zindîkirin û parastina kultûra neteweyane û her wiha tiştekî xweşik e xwendekar û mamosta bi cilên neteweya xwe dewam bikin, lê her kes azad e wan cilan li xwe bike yan na.

Dizeyî aşkere kir ku li seranserê Herêma Kurdistanê nêzîkî milyonek û 500 hezar xwendekar, 100 hezar mamosta û 50 hezar fermanberên perwerdeyê hene.
Top