• Thursday, 05 February 2026
logo

Xe‌lkê Kurdistanê di bînin Nêçîrvan Barzanî dê şêt hukme‌te‌ka se‌rke‌ftî birêve bi‌be‌t

Xe‌lkê Kurdistanê di bînin Nêçîrvan Barzanî dê şêt hukme‌te‌ka se‌rke‌ftî birêve bi‌be‌t
Di rapirsiye‌kê da ku li he‌rsê parêzgehên he‌rêmê û Mûsil û Ke‌rkûkê hatiye‌ kirin, 88% ji xe‌lkî pişte‌vanî li be‌rbijêrkirina Nêçîrvan Barzanî bo se‌rokatiya encûme‌nê we‌zîran kiriye‌.

Rêkxirawa poînt ku rêkixirawe‌ka Kurdistaniya taybe‌te‌ bi rapirsî û ve‌kolînên stiratîcî ve‌, e‌v rapirsiye‌ e‌ncamdaye‌, têda 76% ji xe‌lkê boçûna wan hatiye‌ we‌girtin dibêjin: Nêçîrvan Barzanî şiyan he‌ne‌ hukme‌te‌ka serke‌ftî birêve‌ bibe‌t, di pirse‌ka din da ku li dor rizgarkirina hukme‌tê ji hizbatyê hatiye‌ araste‌kirin, 71% ji wî xe‌lkî weha dîtiye‌ ku e‌v çe‌nde‌ di kabîne‌ya 7 da na hête‌ kirin.

Poînt 5 pirs araste‌ kirîne‌ û dive‌rêja wan da xuya dibît ku bawe‌riya cade‌ya Kurdistanî bi Nêçîrvan Barzanî ji be‌rfirehiya ce‌mawe‌rê wî û şiyanên wî hatiye‌, taybe‌t di warên çare‌kirina qe‌yranan û kêşe‌yên he‌lawîstî mîna yên di navbe‌ra He‌wlêr û Be‌xdayê da ku 43% ji wan weha dîtiye‌ dê karît çare‌ke‌t.

Di pirsa pişkdarîkirina opozisyonê da di kabîne‌ya 7 da, 53% ji pişkdarên rapirsyê dibînin Nêçîrvan Barzanî ne‌şêt opozisyonê pişkdar ke‌t, di de‌me‌kî da di şirove‌ya rapirsyê da hatiye‌ ku cade‌ya Kurdistanî dibînît se‌rokatiya kabîne‌ya 7 dê re‌wşa xizme‌tkarî û pêşke‌ftinê bo re‌wşa cara ve‌ge‌rînît û he‌rwe‌sa dê karît wan sistiyên li kabîne‌ya 6 bi pêşiçavî xûyabûn çare‌ke‌t.

Dihête‌ zanîn 1000 we‌latiyan ji bajarên Duhok, He‌wlêr, Silêmanî, Ke‌rkûk û Mûsilê boçûna xwe di rapirsiya navhatî da daye‌.

Rojnama War
Top