Li Herêma Kurdistanê û 30 welatan, xwepêşandan dijî rejîma Sûriya
Sekreterê Yekîtiya Lawan a Demokrat a Kurdistanê Omêd Xoşnaw ji AKnewsê re ragihand ku Yekîtiya Lawan a Cîhanî bi awayekî fermî biryar daye li hemû welatên ku endamê wan hene, xwepêşandanan dijî rejîma Sûriya encam bidin.
Xoşnaw amaje kir ku heta niha 30 welatên ji Asya, Amerîka, Ewropa û Afrîkayê bi awayekî fermî biryar dane beşdariya wan xwepêşandanan bikin.
Xoşnaw ronî kir ku xwepêşandan, îro, saat 10:30 (bi dema Herêma Kurdistanê) dê li hemû wan welatan birêve biçe.
Xoşnaw got jî, “Li Herêma Kurdistanê jî em ê xwepêşandanekê saz bikin û boheymekê em ê li pêşiya avahiya Parlamentoya Kurdistanê bicivin û sedan kur û keçên nav rêxistinên lawan dê tê de beşdar bin.”
Xoşnaw bal kişand ku di xwepêşandanan de, serkutkirin û kuştina welatiyên Sûriya ji bal rejîma wî welatî ve, dê bête şermezarkirin.
Xoşnaw her wiha daxwaz ji civaka navdewletî kir ku guvaşan bixe ser rejîma Sûriya daku kuştina xelkê rawestîne.
AKnews
