Bi Çavdêriya KCD Konferansa Zimanê Kurdî Li Amedê Destpê Kir
Di destpêka vê konferansa han de Hevserokê KCD Ehmet Tirk peyvek pêşkêş kir û balkêşande ser astengiyên heyî yên li berdem pêşkeftina zimanê Kurdî û ragihand ku, bûna zimanê bi zimanê perwerdehî têrê nake belku pêwîste zimanê Kurdî di her warê jiyanê de were bikaranîn.
Di vê konferansa han de ku, li Navenda çanda Cigerxwîn hatiye organîzekirin, bi mebesta destnîşan kirin û çareser kirina kêşeyên zimanê Kurdî bi hevbeşia çendîn sazî û navendên curbicur komîteyeke hevbeş hatiye damezrandin.
Di vê konferansa han de ku, biryare 3 rojan dom bike ji her çar parçeyên Kurdistanê û ji Ewrûpa û welatên din jî zêdetirî ji 200 psporên zimanê Kurdî beşdarin.
