• Saturday, 07 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî Serdana Mekteb Siyasiya Yekgirtûya Îslamî Kir

Nêçîrvan Barzanî Serdana Mekteb Siyasiya Yekgirtûya Îslamî Kir
Duh Cîgirê Serokê Partiya demokrata Kurdistanê û berbijarê postê Serokwezîriya Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî serdana mekteb siyasiya Yekgirtûya îslamiya Kurdistanê li Hewlêrê kir û ji aliyê Emîndarê giştî yê Yekgirtûya îslamî Selahedîn Behadîn ve hate pêşwazî kirin.

Di hevdîtineke de çendîn babet û meseleyên girîng weke bûyerên Zaxoyê û herwiha meseleya damezrandina kabîneya nû ya Hikûmeta Kurdistanê jî hate nîqaşkirin.

Piştî bi dawî hatina hevdîtina han di presskonferansekî hevbeş de birêz Nêçîrvan Barzanî balkêşande ser naveroka hevdîtina han û diyar kir ku, ev hevdîtina han gelek erênî û girîng bû û biryar hatiye dayîn daku, di pêşerojê de jî hevdîtinên bi vê rengî dom bikin.
Top