Serokê Kurdistanê Pêşwaziya Heyeteke Tirkiyeyê Kir
Di hevdîtineke de ku, Konsulusê Tirkiyeyê yê li Hewlêrê jî tê de amade bû rewşa siyasî ya Îraqê û aloziyên heyî yên di navbera aliyên siyasî yên Îraqê de û herwiha rewşa siyasî û pêşkeftinên heyî yên li Kurdistanê de jî hatin nîqaşkirin.
Di beşeke din ji vê hevdîtina han de rewşa Deverê bi giştî û rewşa hin welatên Erebî jî hate ravekirin û di dawiya vê hevdîtina han de jî Serokê Kurdistanê û heyeta Tirkiyeyê tekez li ser bihêztir kirin û berfiretir kirina peyvendiyên heyî yên di navbera Tirkiye û Kurdistanê de bi awayekî ku, xizmeta berejwendiyên her dû aliyan de be kirin.
