Hêzên Sûrî Li ser sînorê Tirkî 19 leşkerên Frensî girtin
Li gor daxuyaniya rojnameger ê Frensî Thierry Meyssan di malpera xwe de belavkirî, ji bo serbest berdana van leşkeran balyozê Frensa ya li Şamê careke din vegeriya Şamê û ligel rêveberiya Sûrî hevdîtin pêk anîne.
Heta rojnameger dibêje ku, ji bo ser bestberdana van leşkaran berpirsên Îmarat û Sûltanê Ûmanê jî navbeynkarî kiriye. Lê, rêjîma Sûrî red kiriye ku van 19 leşkeran serbest berde.
Rêveberiya Şamê ji hikûmeta Frensî xwestiye ku bi fermî ragihîne ku ev leşker hatine girtin û ji aliyê hikûmeta Frensayê ve hatine şandin, ewê weku dilê şer nêzîkî wan bibin, lê ger daxuyanî neyê dayîn ewê weku biyaniyên neqanûnî derbasî xaka Sûrî bûne bêne darizandin.
Hêjayî gotinêye, li gor daxuyaniyê ev leşker ji bo alîkariya artêşa azad bikin hatibûn şandin.
Avestakurd
