• Friday, 06 February 2026
logo

Dr.Berhem û cîgirê wezîrê derve yê Tirkiyê civiyan

Dr.Berhem û cîgirê wezîrê derve yê Tirkiyê civiyan
Dr. Berhem Salih û wezîrê derve yê Tirkiyeyê bo karûbarên peywendiyan û asayîşê, cext li ser pêşvebirina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê kirin, bi awayekî ku perjewendiyên bilind yên her du aliyan biparêze.

Duh 29/2/2012`an êvraê, li bajarê Hewlêrê Dr.Berhem Salih pêşwaziya cîgirê wezîrê derve yê karûbarên peywendiyan û asayîşê yê Tirkiyeyê Murad Ûzçelîk kir.

Di hevdîtinê de ku konsilê giştî yê Tirkiyê li Hewlêrê jî amadebû li ser rewşa siyasî ya Êraqê û Herêma Kurdistanê û rûdan û guherînên navçeyê û dewrûberê gotûbêjkirin.

Her weha di beşekî din yê hevdîtinê de Dr. Berhem Salih û Murad Ûzçelîk cext li ser pêşvebirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê ku zêdetir ew peywendî bên bihêzkirin bi şêweyekî ku berjewendiyên bilind yê her du aliyan tê de bên parastin û aramî û asayîşa navçeyê jî biparêzê, kirin.
Top