Dr.Berhem û cîgirê wezîrê derve yê Tirkiyê civiyan
Duh 29/2/2012`an êvraê, li bajarê Hewlêrê Dr.Berhem Salih pêşwaziya cîgirê wezîrê derve yê karûbarên peywendiyan û asayîşê yê Tirkiyeyê Murad Ûzçelîk kir.
Di hevdîtinê de ku konsilê giştî yê Tirkiyê li Hewlêrê jî amadebû li ser rewşa siyasî ya Êraqê û Herêma Kurdistanê û rûdan û guherînên navçeyê û dewrûberê gotûbêjkirin.
Her weha di beşekî din yê hevdîtinê de Dr. Berhem Salih û Murad Ûzçelîk cext li ser pêşvebirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê ku zêdetir ew peywendî bên bihêzkirin bi şêweyekî ku berjewendiyên bilind yê her du aliyan tê de bên parastin û aramî û asayîşa navçeyê jî biparêzê, kirin.
