Li Silêmaniyê xwendekarekî mamostayê xwe yê Emrîkî kuşt
Rêveberê perwerdeya melbenda Silêmaniyê Kemal Nûrî ji AKnewsê re ragihand, “vê sibê li fêrgeha Mîdiya ya nimûneyî ku fêrgeheke taybet e û têde xwendin bi zimanê Inglîzî ye, xwendekarekî bi demançeyê mamostayekî xwe yê amerîkî bi navê Cêrma kuşt û piştre xwe jî kuşt”.
Kemal Nûrî got, “ piştî bûyerê di cih de birêveberê fêrgehê ew agahdar kir, û bi sedema bûyerê jî rewşa derûnî ya birêveberî têkçûye”.
Rêveberê perwerdeya melbenda Silêmaniyê ronî kir ku wan Lijneya Yasayî û Asayî û aliyên peywendîdar agahdar kirine, niha jî ew alî li cihê bûyerê ne û dest bi lêkolînê kiriye.
Nûrî aşkere kir ku nahê zanîn çima wî xwendekarî ew kiryar encam da, lê lêkolîn li ser dihêne kirin û her encamek bi destê wan keve dê aşkere bikin.
Ji aliyekî din ve jêderekî ji nexweşxaneya hawarçûna Silêmaniyê ji AKnewsê ragihand, “Wî xwendekarî hin jiyana xwe ji dest nedaye, niha li nexweşxaneyê ye, û birîndar e”.
AKnews
