Şandeke PDKê dê îro serdana YÎKê bike
Berpirsê Civata Serkirdatiya YÎKê Mihemed Reûf ji AKnewsê re ragihand ku îro YÎKê û PDKê dê li avahiya Polîtburoya YÎKê bicivin.
Reûf daxuyand ku biryar e, îro, şandeke bilind a PDKê bi serokatiya Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî serdana Polîtburoya YÎKê bike û her du alî civînekê pêk bînin.
Piştî bûyerên navçeya Badînanê di 2yê kanûna borî de ku çend avahiyên YÎKê tê de hatine şewitandin, têkiliyên navbera YÎKê û PDKê ber bi aloziyê ve çûn û ev yekemîn civîne navbera her du aliyan de li ser vê astê dê bê sazkirin.
