• Thursday, 05 February 2026
logo

Kurdên Sûriyê yekîtiya xwe firehtir dikin

Kurdên Sûriyê yekîtiya xwe firehtir dikin
Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di civîna xwe ya dawî de endamtiya çend partiyên kurd û Hevgirtina Hevrêzên Ciwanên Kurd ku li derveyî ENKSê bûn qebûl kir.

ENKSê di civînê de serokekî nû bo meclîsê destnîşan kir, Ehmed Silêman wek serokê xulî (dewrî) li pey Ebdilhekîm Beşar hilbijart.

Endamê sekreteriya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Mistefa Îsmaîl ji AKnewsê re li ser pêşhateyên dawî axivî û got:

“Ofîsa Sekreteriya Giştî ya ENKSê di civîna 29ê Sibata 2012ê de, endamê Polîtburoya Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê Ehmed Silêman wek serokê xulî yê Ofîsa Sekreteriya Desteya Cîbicîkar piştî Ebdilhekîm Beşar hilbijart.”

ENKSê weku rêbazeke birêvebirinê di nav xwe de li hev kiriye ku heyama her 2 mehan serokekî ji xwe re hilbijêre, Serokê Partiya Demokrat a kurd li Sûriyê Ebdilhekîm Beşar weku yekem serok bû bi vî erkî rabû.

Îsmaîl her wiha ragihand ku di civîna ENKSê de endamtiya çend partiyên kurd hate qebûlkirin “bi merca ew partî endamtiya xwe di ENKSê de ragihînin” ew partî jî ev in; Tevgera Çaksaziyê, Partiya Yekîtiya Kurdistanî, el-Partî (Ebdilrehman Alûçî) û her du baskên partiya Rêkeftin.

Endamê Desteya Cîbicîkar yê ENKSê ragihand, “Ji bilî wan partiyan endamtiya Hevgirtina Hevrêzên Ciwanên Kurd jî ku di nav tevgera ciwanan de çarçoveyeke çalak e, hate qebûlkirin.”

Parêzer Mistefa Îsmaîl diyar kir ku bi endamtiya van partiyan û hevrêza ciwanan encûmena kurd berfirehtir dibe, “Ev jî nûnertiya ENKSê bo gelê kurd li Sûriyê, xurtir dike, bi tevlêbûna van partiyan hejmara partiyên di nav ENKSê de dibin 16, em çaverê ne ku partiyên din jî (Partiya Yekîtiya Demokrat PYD, Şepêla Paşerojê, Hevgirtina Gel) tevlê bibin.”

Encûmena Niştimanî ya kurd li Sûriyê (ENKS) di encama Kongreya Niştimanî ya Kurd li Sûriyê de hatine damezrandin ku di 26ê cotmeha 2011ê de, bi beşdarbûna kesayetiyên serbixwe û nûnerên 11 partiyan û hinek hevrêzên ciwanên çalak, saz bû.

Îsmaîl ku hevdem endamê komîteya Ragihandina ENKSê ye got, “Ev pêngava firehkirina çarçoveya ENKSê, weku karvedana rexneyên ku li encûmena kurdî dihatin kirin, hate encamdan. Ev gav ji aliyê me ve hewldanên me yên ji bo parastina yekrêzî û yekîtiya gelê kurd li Sûriyê tekez dike. Herwiha nûnertiya me ya siyasî ji gelê kurd re xurtir û bihêztir dike.”

Mistefa Îsmaîl li ser firehkirina çarçoveya ENKSê got, “Ev cara yekem e di nav kurdên Sûriyê de, ev çend partî û aliyên siyasî yên kurd û kesayetiyên serbixwe û hevrêzên ciwanan di çarçoveya desteyeke hevgirtî de kom dibin. Ev gav dê pîvan û senga kurdan di gotûbêjên bi dijbereya (opozisyon) Sûrî re de girantir bike.”

Aknews
Top