• Thursday, 05 February 2026
logo

Mekteb Siyasiya PDK Beyannameyek Di Derbarê Salvegera Wefata Mele Mistefa Barzaniyê Nemir De Belav Kir

Gulan Media February 29, 2012 Nûçe
Mekteb Siyasiya PDK Beyannameyek Di Derbarê Salvegera Wefata Mele Mistefa Barzaniyê Nemir De Belav Kir
Mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê bi minasebeta salvegera wefat kirina Rêberê mezin yê Gelê Kurd Nemir Mele Mistefa Barzanî daxuyaniyek weşand ku, ev jî texta vê ye;

Îro koçbar bûna mirovek mezin, pêşmergeyek dilêr û Raberek bêhempa bi bîrtînin, mirovek ku, ji malbetek Rewşenbîr, nîştimanperwer ji dayik bûye û raman û piratîka vî têjî ji esasên mafxwazî û azadîxwazî bûye.

Raberek ku, di Dîroka Gelê xwe de bi xebat û têkoşîna xwe ya bêhempa kariye meşrûêyet bi Serokatî kirina Şoreşa hevçerix ya Gelê xwe bi dest bixe.

Îro 33mîn salvegera koçbar bûna Mistefa Barzaniyê Nemir yad dikin, em weke mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê ji aliyekî ve ji ber vê minasebeta han daxuyaniyek wedişînin û Serok û damezrênerê partiya xwe bi bîrtînin û ji aliyeke din ve jî tekez li ser vê yekê dikin ku, Barzaniyê Nemir semboleke netewî, nîştimanî û Kurdistaniye û milkê tevahiya Dîroka derbasbûyî, ya niha û ya pêşeroja Gelê Kurde.

Mistefa Barzanî ku, 33 sal beriya niha di temeneke têjî ji azar û eşkence, jêhatiyî, xweragirî û berxwedan û hikmet û dûrbînî koçbar bû, xezêneyekî gelek mezin û têjî ji ramanên netewî, demokratîk, ezmûna xebat û Şoreşgerî ji bo me bi cîh hêşt.

Ev xezêneya han bûye rêbazek yek alî ya siyasî, civakî û ramanî bo dinya bînî, têkoşan û yekxistina nav mala Kurd û pratîka me, her ev rêbaza han dibe rûnê kerê riya me di rojên dijwar û rojên tarîde.

Barzaniyê Nemir ev Rêberê Têkoşer bû ku, hertim rêbaza aştî û aştîxwazî dixiste beriya her rêbazeke din bo çareser kirina doza reva ya Gelê Kurd, hertim demokrasî bi xebat û dijayetî kirina Dîktatoriyetê girê dida û mafên reva yên Gelê Kurd di nava mafên reva yên tevahiya pêkhateyên din de didît.

Em ku, ev Rêberê mezin bi bîr tînên tekez li ser vê yekê dikin ku, rêbaza vî jî hertim bo me esase û baweriya me bi vê yekê jî heye ku, rêbaza han rênîşandera xebata Gelê me di vê pêvajoya han deye.

Esasên rêbaza Barzaniyê Nemir ewin; çespandin û parastina bihevre jiyana netewî û olî li Kurdistanê de, yekrêziya Gelê me û bihevre xebat kirina siyasî û xebatên din ji aliyê Gel me ve bo awedan kirina welatekî demokratîk û pêşkeftî, bawer kirina bi çanda lêbûrdinê û hevûdû qebûl kirin û rê girtin ji cudatiyan, xebitîn bo parastina azadiyên tekekesî û civakî û azadiya raman .

Ezmûna Gelê Kurd û hilbijartina parlemen û Hikûmet berhemên xebata bêhempa ya Gelê me bi Rêberatiya Barzaniyê Nemire, lewre pêwîste jiber vê minasebeta han bihevre hewl bo yek xistina nav mala Kurd û parastina destkeftên heyî ku, bi xebat û xwîna Şehîdan hatine bi dest xistin bidin.

Bo yad û bîranîna Barzaniyê Nemir serê rêz û newazişê ditewînên û 33 saliya koçbar bûna Rêberê mezin yê Gelê Kurd bilind û birêz ra digirin.

Mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê

29.2.2012
Top