• Friday, 06 February 2026
logo

Artêşa Azad a Sûriyeyê: Amerîka û Fransa Çek Dane Me

Gulan Media February 29, 2012 Nûçe
Artêşa Azad a Sûriyeyê: Amerîka û Fransa Çek Dane Me
Fermandeyekê arteşa Azad a Sûiyeyê ragihandiye, ku ew çek û amûrên leşkerî ji Amerîkayê û Fransayê werdigirin. Ewî fermandeyî weha jî gotiye, ku bi wergirtina ewan çekan, şîyana artêşa Azada a Sûriyeyê bo rûbirûbûna li gel hêzên Beşar Esed zêdetir bûye.


Li gor nûçeyeka kanala Euro News a Ewropayî, fermandeyekê Artêşa Azad a Sûriyeyê ku navê xwe aşkira nekiriye, tekezî li ser ewê çendê kiriye ku Amerîkayê û Fransayê hinek alîkarîyên leşekerî û amûrên serbazî ji wan re şandine. Herwisa ewî fermandeyî weha jî ragihandiye, ku beşek ji ewan alîkarîyên her du delwetan çek û mûşekên dijehewayî bûne.

Li gel xirabtirbûna rewşa Sûriyeyê û berdewamîya kujtina xelkê sivîl ji alîyê hêzên ser bi hukûmeta Beşar esed ve, çend welatên Rojavayî û herwsia Qeterê daxwaza çekdarkirina hêzên ser bi opozisiyona Sûriyeyê kirine.

Hevdem li gel ewan pêşhatan, cihigrê sekreterê giştîyê Neteweyên Yekgirtî di konfransa salaneya encûmena mafê mirov de ya li bajarê Jenev a Swîsê ragihandiye, ku hejmara kujtîyên serkotkirina xwepêşanderan û xelkê sivîl ji alîyê hêzên ser bi desthilatdarîya Beşar esed ve, ji 7 hezar û 500 kesan derbas bûye.
Top