• Friday, 06 February 2026
logo

8 jinên kurd ji bo Meclîsa Îranê xwe namzed dikin

Gulan Media February 29, 2012 Nûçe
8 jinên kurd ji bo Meclîsa Îranê xwe namzed dikin
Heşt jinên kurd ên rojhilatê Kurdistanê, ji bo nûnertiya parêzgehên Kurdistanê bikin, xwe ji bo endamtiya Meclîsa Şûraya Îslamî ya Îranê namzet nîşan dan. Biryar e hilbijartin di nava 2 rojan de bê lidarxistin.

Li Rojhilata Kurdistanê, 250 kes ji bo 29 kursiyên parêzgehên rojhilatê Kurdistanê wek namzetê dikevin hilbijartinê û ji wan tenê 8 jin in. Jinan xwe ji parêzgehên Îlam, Kurdistanê û Kirmaşanê bo têketina hilbijartina nehemîn a Meclîsa Şûraya Îslamiya Îranê nîşan dan. Hate fêrbûn ku ji parêzgeha Ûrmiyeyê (Azerbaycana Xerbî) tu jinek wek namzetê nakeve hilbijartinê.

Di 8 hilbijartinên borî yên Parlamenoya Îranê de heta niha tenê 3 jin ji parêzgehên rojhilatê Kurdistanê hatin hilbijartin. Ji wan 8 hilbijartinan 2 hilbijartin ji hêla piraniya partiyên kurdan ve hatibû boykotkirin.

Hilbijartina nehemîn a Meclîsa Şûraya Îslamî ya Îranê ji hêla piraniya partiyên rojhilatê Kurdistanê ve tê boykotkirin.

Rudaw
Top