Ji Sala 2004 Heta Niha 69 Hezar Welatiyên Îraqê Şehîd Bûne
Çavkanî eşkere kir ku, ev hijmara han hijmara wan welatiyane ku, bi destê aliyên Terorîst û di encama bûyerên terorîstî û bûyerên leşkerî de canê xwe ji dest dane.
Debax di beşeke din ya axaftinên xwe de anî ziman ku, zêdetirîn hijmara şehîdan ya sala 2006ane ku, di vê salê de 21 hezar û 539 welatî şehîd û 39 hezar û 329 welatiyên din jî birîndar bûne.
Çavkanî herwiha eşkere kir ku, kêmtirîn hijmar jî ya sala 2011an e ku, di vê salê de jî 2 hezar û 777 welatî canê xwe ji dest dane.
