Renge heye hefteya dahatî pêkanîna kabîneya heftem bihê raspartin
Li gor zaniyariyên ku bi destê AKnewsê ketine, dihê çaverêkirin hefteya dahatî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û endamê mekteba siyasî ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê Îmad Ehmed ji bo pêk anîna kabîneya heftem a hikûmeta Herêmê raspêre.
Di vî warî de berpirsê fermangeha ragihandinê ya Serokatiya Herêma Kurdistanê Simko Enwer ji AKnewsê re ragihand, “Nivîsa Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê sebaret bi diyarkirina Nêçîrvan Barzanî û Îmad Ehmed ji bo serokatiya kabîneya dahatî ya Hikûmeta Herêmê bi awayekî fermî gihîşte Serokatiya Herêma Kurdistanê”.
Enwer ronî kir, “Niha ew nivîs li cem Serokê Herêmê ye û em çaverê îmzekirina wê ne taku Barzanî û Ehmed bi awayekî fermî ji bo pêk anîna kabîneya bihêne raspartin”.
Sebaret bi dema raspartinê, navhatî got, “Ez nikarim ti demê dest nîşan bikim, lê piştrast im ku di demeke gelekî nêzîk de Serokê Herêmê dê wan kesên destnîşankirî raspêre”.
AKnews
