Nunerê Serok Barzanî Û Nêçîrvan Barzanî Beşdariya Perseya Muhemed Elî Dinler Kir
Piştî gehêştinê û pêşwazî kirin Nunerê Serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî Serbest Lezgîn peyvek pêşkêş kir û hevxemî û perseyên Serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî û yên mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê pêşkêşî malbeta Sekreterê berê yê partiya demokrata Kurdistanê li Bakûr xwedê jê razî Muhemed Elî Dînler kir.
Lezgîn di berdewamiya peyva xwe de diyar kir ku, beşdarî kirina me di vê merasima han de erkê meye û her weha hevpar bûn di xem û xweşiyên hevûdû de jî erkê tevahiya meye.
