• Friday, 06 February 2026
logo

Nunerê Serok Barzanî Û Nêçîrvan Barzanî Beşdariya Perseya Muhemed Elî Dinler Kir

Gulan Media February 28, 2012 Nûçe
Nunerê Serok Barzanî Û Nêçîrvan Barzanî Beşdariya Perseya Muhemed Elî Dinler Kir
Îro bi mebesta gehandina perse û serxweşiyên Serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî û gehandina hevxemiya mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê bo malbeta xwedê jê razî Muhemed Elî Dînler Berpirsê şaxê 8 ya partiya demorkata Kurdistanê tevî heyetek ji pêşmergeyên dêrîn û hilgirên xelata Barzanî serdana Bajarê Cizîrê li Bakûrê Kurdistanê kir.

Piştî gehêştinê û pêşwazî kirin Nunerê Serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî Serbest Lezgîn peyvek pêşkêş kir û hevxemî û perseyên Serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî û yên mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê pêşkêşî malbeta Sekreterê berê yê partiya demokrata Kurdistanê li Bakûr xwedê jê razî Muhemed Elî Dînler kir.

Lezgîn di berdewamiya peyva xwe de diyar kir ku, beşdarî kirina me di vê merasima han de erkê meye û her weha hevpar bûn di xem û xweşiyên hevûdû de jî erkê tevahiya meye.
Top