Serok Barzanî persenameyek Pêşkêşî Malbeta Muhemed Elî Dînler Kir
Bi navê xwedê mezin û dilovan
Malbeta birêz ya xwedê jê razî Muhemed Elî Dînler silavên xwedê li we bin.
Mixabin nûçeya koçbar bûna Sekreterê berê yê partiya demokrata Kurdistanê li Tirkiyeyê û Têkoşerê leheng xwedê jê razî Muhemed Elî Dînler gehêşte me û em gelek xembar kirin, bi vê minasebeta han perse û serxweşiyên xwe pêşkêşî we û tevahiya hevalan dikim û hevparê xemê we me.
Xwedê jê razî Têkoşereke jêhatî û nîştimanperwerekî dilsoz ya rêbaza Kurdayetî û xwedan hestên bilind yên netewî bû lewre ji dest dana xwedê jê razî wenda kirineke gelek mezine bo Gelê Kurd, înşa elah cîhê cana vî ya paqêj ceneta berîne.
Serokê Kurdistanê
Mesûd Barzanî
28.2.2012
