• Thursday, 05 February 2026
logo

Serok Barzanî persenameyek Pêşkêşî Malbeta Muhemed Elî Dînler Kir

Gulan Media February 28, 2012 Nûçe
Serok Barzanî persenameyek Pêşkêşî Malbeta Muhemed Elî Dînler Kir
Bi minasebeta koçbar bûna Sekreterê berê yê partiya demokrata Kurdistan li Tirkiyeyê rehmetî Muhemed Elî Dînler Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî persenameyek pêşkêşî malbeta rehmetî kir ku, ev jî texta vê ye;

Bi navê xwedê mezin û dilovan

Malbeta birêz ya xwedê jê razî Muhemed Elî Dînler silavên xwedê li we bin.

Mixabin nûçeya koçbar bûna Sekreterê berê yê partiya demokrata Kurdistanê li Tirkiyeyê û Têkoşerê leheng xwedê jê razî Muhemed Elî Dînler gehêşte me û em gelek xembar kirin, bi vê minasebeta han perse û serxweşiyên xwe pêşkêşî we û tevahiya hevalan dikim û hevparê xemê we me.

Xwedê jê razî Têkoşereke jêhatî û nîştimanperwerekî dilsoz ya rêbaza Kurdayetî û xwedan hestên bilind yên netewî bû lewre ji dest dana xwedê jê razî wenda kirineke gelek mezine bo Gelê Kurd, înşa elah cîhê cana vî ya paqêj ceneta berîne.

Serokê Kurdistanê
Mesûd Barzanî

28.2.2012
Top